‘EM Ê XWEDÎ LI ÇALAKIYA GUVEN DERKEVIN Û TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’

Çalakiya Leyla Guven ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan di roja 9’an de didome.

Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyigît banga xwedîderketina çalakiya Guven û şikandina tecrîdê kir.

Her wiha Siyasetmedar û şêniyên Colemêrgê diyar kirin ku Leyla Guven bi awayekî herî baş mîsyona xwe tîne cih û wê ji bo piştevaniyê 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin.

Piştevaniya ji bo çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku di roja 9’emîn de didome, pêl bi pêl belav dibe.

Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyigît diyar kir ku çalakiya Guven helwestek mirovî, wîjdanî û ehlaqî ye û got:

Tenê ev tecrîd ne li ser Birêz Ocalan pêk tê li ser hemû aştî û demokrasiya welat pêk tê.

Di serî de gelê kurd û hemû saziyên demokratîk divê xwedî li vê çalakiya watedar a birêz Leyla Guven derkevin.

Em banga xwedî derketina çalakiyê û şikandina tecrîdê li her kesî dikin.

Birêz Guven gava ewil avêtiye û niha jî dora her kesî ye ku gav biavêjin.”

‘LEYLA GUVEN BI AWAYEKÎ HERÎ BAŞ MISYONA XWE TÎNE CIH’

Her wiha Siyasetmedar û şêniyên Colemêrgê jî piştgirî dan çalakiya paramentera xwe.

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede diyar kir ku tevî ku gel peywira temsîliya li parlamentoyê daye Guven lê hikumetê rêya vê erkê girtiye û wiha got:

Niha Leyla Guven pêşengiya daxwaza gelê me ya ‘tecrîdê rakin’ dike.

Ji ber vê yekê Leyla Guven peywîra wekîliya gelê Colemêrgê, Gever, Şemzînan û Çelê dike.

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede di dawiyê ragihand ku ew ê di 17-18’ê mijdarê de bi armanca piştevaniyê 2 rojan bikevin çalakiya greva birçîbûnê.”

Leave a Reply

Back to top button