YBŞ: Di encama êrişî de 4 Rêhevalên me şehîd bûn

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandarê Zerdeşt Şengalî tevî 3 şervanan şehîd bûne.

Fermandariyê bêdengiya hikumeta Iraqê ya li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta tirkiyê jî şermezar kir û bang li civaka êzidî û gelê kurd kir ku xwedî li şehîdên xwe derbikevin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê derbarê êrişa li dijî Dugirê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê, di êrişa balafirên bêmirov ya dagirkeriya dewleta tirk de 4 şervanên YBŞ’ê şehîd bûne.

Hate gotin, di êrişa dewleta Tirk a dagirker û qirker de, yek ji fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û şervanênYBŞ’ê, Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî şehîd bûne û şervanek jî birîndar bûye.

Fermandariyê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got:

“Ev êrişên ku dewleta tirk ya dagirker li ser gelê me pêk tîne, ji bona me û gelê me ti ferqa xwe ji êrişên DAÎŞ’ê nîne.

Pêwîste dewleta Iraqê xwe li hemberî van êrîşan berpirsyar bibîne.

Dewleta Iraqê û her kes jî dizane YBŞ di Iraqê de hêzek fermî ye.

Tevî vê rastiyê, dewleta Iraqê dihêle ku ev pênc carin dewleta tirk êrîşê me û gelê me dike.

Divê dewleta Iraqê rê nede ku ev êrîş pêk werin û bêdeng nemîne.

Em heman tiştî ji bona hêzên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê jî dibêjin, pêwîste koalisyon jî, xwe berpirsiyar bibîne.

Fermandariya YBŞ’ê banga xwedîderketina li şehîdan kir û ev tişt anî ziman:

“Ji bo van çar şehîdên xwe em ê bi bîryardarî û cesaret her tim xurt tevbigerin.

Di her kêliyê de ji bona bîranînên wan, kar û xebat bikin.

Hedefên ku van qehremanên mezin dixwastin pêk bînin em ê xwe bigîhîjînin wan.

Û bila dijmin û dostên me bizanibin, kesek nebêje ew ê bi van êrîşan zehîf bikevin.

Her şehîdekê me ji bona me nîşaneya rêya azadî û serketinê ye.”

Leave a Reply

Back to top button