Dosya “bidûrxistina Trump” Meclisa Nûneran, dosya rakir senatoyê

Piştî Meclisa Nûnerên Amerîkî dosya “bidûrxistina Trump” rakir senatoyê, biryar e Trump roja sêşemê biçe pêşiya dadgehê.
Li gorî berpirsekî payebilind jî wê ev yek zêdeyî 2 hefteyan dirêj neke.

Meclisa Nûneran duh li ser vê dosyê erê kir da senatoya Amerîkî dest bi dadgehkirina Trump bike.

Biryar, bi 228 dengên erê, li beramberî 193 dengên na, hat erêkirin.

Meclisa Nûneran di Îlonê de, lêpirsîn der heqê Trump de dest pê kiribû, ew jî bi tawana “keysbazkirina desthilatê û astengkirina karê Kongressê.”

Ji bilî serokekî, ku berî were dadgehkirin xwe istifa kir, Trump dibe sêyemîn serokê li pêşberî senatoyê disekine ye.

Leave a Reply

Back to top button