Di çarçoveya binpêkirina agibestê de, 39 çete û leşker li gundewarên Idlibê hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, şerekî bê navber, di navbera komên Dewleta Tirk û Artêşa Rêjîmê li gundewarê Rojhilat ê Idlibê rû dide.
Çavdêriyê diyar kir ku Rêjîm û bi piştevaniyeke hewayî ji Rûsyayê, li hindek derveran bi pêş ketiye.
Li gorî wê, Meret Nuiman, herdû gundên Ebû Cirêf û Til Xetra ên li başûrê wî û gundên Ebû Zihûr hatin bombekirin.
Di encama vî şerî de, çavdêriyê ragihand ku, 17 leşkerên Rêjîmê û 22 jî ji komên çete hatin kuştin.