Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 sivlîlên din ji Efrînê revandin û heta niha çarenûsa wan nehatiye diyarkirin.
Hat ragihand ku Qadir Idrîs Zilfo yê ev sê roj windayî ye ji aliyê Ehrar El-Şerqiyê ve hatiye revandin.
Li aliyekî din jî çeteyan dikanfiroşê bi navê Ebû Rebah ê ji Cindêrisê revand.
Heman komên çete ji hefteya borî ve 16 kes revandine û di nava wan de jî 6 jin hene.
Her wiha Rêxistina Sûriyên ji bo rastî û dadmendiyê raghandibû ku sala 2019’an 500 Efrînî ji aliyê komên çete ve hatine revandin.