LI AMEDIYÊ 2 PÊŞMERGE Û YEK SIVÎL JIYANA XWE JI DEST DA

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Eredina ya komelgeha Qediş a Amediyê ya bi ser parêzgeha Dihokê komkûjî pêk anîn.

Di encamê de 2 jê pêşmerge bi giştî sê kesan jiyana xwe ji dest dan.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Eredina ya komelgeha Qediş a Amediyê ya bi ser parêzgeha Dihokê komkûjî pêk anîn.

Li gorî çavkaniyên herêmî di encamê de du jê pêşmerge bi giştî sê şêniyan jiyana xwe ji dest dane.

Heman çavkanî destnîşan kir ku dema her sê şênî xwestin li mêşên xwe hingiv ên li nêzî gund binêrin, bûne hedefa balafirên şer yên Tirk.

Navê kesên jiyana xwe ji dest dane jî wiha ne;

Remezan Mihemed Ebdulrehîm

Îsmaîl Hesen Qebalin

Dilovan Seleh Hesen.

Leave a Reply

Back to top button