Li Girtîgeha Tarsûsê, mafê tenduristiyê tê binpêkirin

Nûnerên HDP’ê yên di Rêxistina Mafê Mirovan de têklildarî Girtîgeha Jimare 3 a Tîpa T a Tarsûsê diyar kir ku mafê tenduristiyê yên girtiyan tên astengkirin û lêgerîna tazî li xizmên wan tê ferzkirin. 

Nûnerên HDP’ê yên di nav Desteya Mafên Mirovan a Bajêr de cih digirin, çûn Girtîgeha Jimare 3 a Tîpa T a Tarsûsê û piştî hevdîtinan raporek amade belav kir.

Di raporê de hat diyar kir ku bi qasî hezar û 90 girtiyên edlî û siyasî di girtîgehê de ne û nêzîkatiyên karmendan ji bo wan ne baş e.

Li gorî raporê nameyên girtiyan tên desteserkirin an jî gava tên şandin hin beşên wan jê tê rakirin û di dema hevdîtina vekirî de lêgerîna tazî li xizmên wan tê sepandin.

Her wiha hat gotin, li nexewşxaneyê de, bi awayekî kelemçekirî çavdêrî li tenduristiya wan tê kirin.

Zextên AKP’ê li ser girtiyan
Li dijî zextan nûrcan bakir dawî li jiyana xwe anî

Li dijî van zext û êşkenceyan jî Girtiya li girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê Nûrcan Bakir berî çend rojan dawî li jiyana xwe anî.

Leave a Reply

Back to top button