PYD û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê girîngiya yekîtiyê nîqaş kirin

Nûnertiya PYD’ê li başûrê Kurdistanê, bi armanca nîqaşkirina girîngiya Yekîtiya Netewî dest bi rêzehevdîtinan kir û serdana xwe ya despêkê jî li gel Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê pêk anî.

Şandeya PYD’ê li Hewlêrê ji aliyê Serokê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Bahedîn ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de herdû aliyan ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd, li ser girîngiya yekîtiya netewî teqez kirine.

YEKÎTIYA MALA KURDÎ
HIZBA ZEHMETKÊŞAN A KURDISTANÊ SERDANA NÛNERTIYA PYD’Ê KIR

Doh jî bi heman armancê, Şandeya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê serdan nûnertiya PYD’ê a li Silêmaniyê kir.

Şande ji aliyê Nûnertiya PYD’ê û Kongra Star ve hatibû pêşwazî kirin.

Di civînê de, ji bo berpirsyarî û derbaskirina vê qoxana hesasî yekîtiya mala Kurdî weke pêwîstiyekî hat destnîşan kirin.

Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê, spasiya Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî kir û hêvî kir hemû aliyên siyasî berisvê bidin banga wî.

Leave a Reply

Back to top button