Hefter girêdana xwe ji bo agirbestra li Lîbyayê teqez kir

Wezîrê Derve yê Almanyayê serdana Lîbyayê kir û bi fermandarê artêşa Nîştîmanî Xelîfe Hefter re civiya. Hefter girêdana xwe ji bo agirbestra li Lîbyayê teqez kir.

Îro Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas serdana Lîbyayê kir û li Bengaziyê bi serkêşê Artêşa Niştimanî Xelîfe Hefter re rûnişt.

Di rûniştinê de Xelîfe Hefter girêdana xwe ji bo rawestandina şerê li Lîbyayê teqez kir.

Her wiha Hefter teqeziya şerê li dijî terorê destnîşan kir.

SEROKÊ PARLAMANA LÎBYAYÊ:
LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK LI WELÊT, WÊ BANGA PIŞTGIRYA MISIR Û CEZAYÎRÊ WERE KIRIN

Ji aliyê din ve jî, seroko parlamana Lîbyayê Eqîle Salih di axaftineke xwe bi ajansa Spotnîk a Rûsî re wiha got:

Ger dewleta Tirk hêzên xwe yên dagirkeriyê bişîne Lîbyayê, wê banga piştgiriya dewletên Erebî di serî de Misir û Cezayîrê were kirin.

BI NÊZÎKBÛNA KONGREYA BERLÎNÊ RE
ERDOGAN TEQEZ KIR KU EW DEST BI ŞANDINA LEŞKERAN JI BO LÎBYAYÊ KIRIYE

Bi nêzîkbûna lidarxistina kongreya Berlînê re ya têkildarî Lîbyayê, serokmarê Tirkyê Erdogan teqez kir ku wan dest bi şandina leşkerên Tirk ji bo piştgiriya hikûmeta Wîfaqê kiriye.

Beriya niha jî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandibû ku hejmara çeteyên dewleta Tirk ji bo Lîbyayê hatine şandin gihişte hezar û 750 çeteyî.

Her wiha di şerê li herêmê de 5 çete hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button