Piştî 10 rojan ji êrîşa Îranê li baregehên Amerîkî li Iraqê, Artêşa Amerîkî ragihand ku mejiyê 11 leşkerên wê hejiyaye.
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîka got, beşekî leşkerên wan li navenda Landistol a Almanya û beşek jî li Kampa Leşkerî Arfîcan a Kiwêtê tên dermankirin..
Bail Orban teqez kir ku, ti leşkerên wan di êrîşa li ser baregeha Eyn El-Esed a Iraqê nehatine kuştin, lê hejmarek ji ber moşekan di serê xwe de bandor bûne.
Roja 8 Çileyê û piştî kuştina Fermandarê Feyleq El-Qudis, Îranê 2 baregehên Amerîkî topbaran kirin..
Lê belê wê çaxê û tevî idiayên Îranê jî, Amerîka birîndarbûn an jî kuştina leşkerên xwe red dikir..