Serokkomarê Tirkiyê Erdogan: Me dest bi avakirina “avahiyan” li Girê Spî û Serê Kaniyê kiriye

Tevî hemû hişyariyan, Dewleta Tirk plana xwe ya guhartina demografiya herêmên Bakurê Sûrî careke din eşkere dike.
Erdogan mukur tê ku ew ê bi hezaran kesî li Girê Spî û Serê Kaniyê, li şûna Kurdan bi cih bike.

Piştî hemû belgeyên pêkanîna Dewleta Tirk ji guhertina demograîk re, Erdogan êdî eşkere dike, ew ê bi awayekî fermî dest bi vê planê li Bakurê Sûrî bike.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan duh ragihand ku wan bi rastî dest bi avakirina “avahiyan” li Girê Spî û Serê Kaniyê kiriye û dikarin bi hezaran kesî li wir bi cih bikin.

Dewleta Tirk a ji 2016an ve, bi awayekî rasterast destwerdana leşkerî li Sûriyê kir û sînorê xwe yê Osmanî xêz kir.

Ji ber êrîşên li ser Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî, bi sedan kes bûn qurban û bi sedhezaran kes hatin koçberkirin.

Tişta li vir xuya ye, xwediyên axê yên resen li Kampên koçberiyê ne û Dewleta Tirk jî, malbatên çeteyên xwe li şûna wan bi cih dike.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan: Em dikarin bi milyonan kes li seranserî sînor jî bi cih bikin

Bazirganê şoreşa Sûriyê û yê ku çeteyên li vî welatî dişîne Lîbyayê, şanoyeke din pêşkêş kir.

Erdogan weke ku Sûrî parçeyek ji Tirkiyê ye dibêje ku “devirne din jî yên li seranserî sînor, dikarin bibin cih û warên milyonên kesî”.

Lê belê, bi idiya ku barê wî giran bûye, deriyê xwe li pêşiya xelk Idlibê digire û li ser maseyê bazarên nû bi Rûsyayê re digerîne.

Enqere, gelek caran idia kiriye, ew bêhtirî 3 milyon penaberên Sûrî dihewîne û bi bihaneya divê ew vegerin welatê xwe, van planan pêk tîne.

Vê dawiyê jî ya ku van planan erê dike û dagirkeriyê rewa dike, biryara derbasbûna alîkariyan di herdû dergehên Tirkiyê re ye.

Di wextekê de ku, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî got, “deriyên me ji gelê me yê Idlibê re vekirî ye”, hejmarek mezin ji ber şer reviyan û li Reqayê bi cih bûn.

Diyar e, bi erêkirin û tirseke Ewropî Erdogan destûra avakirinê girtiye.

Leave a Reply

Back to top button