Rêveberiya Xweser 2 zarok û jinek DAIŞ’î yên Norwaçî radestî hikumeta wan kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî 2 zarok û jinek DAIŞ’î yên Norwaçî radestî hikûmeta wan kir.

Şandeyek ji Wezareta Karên Derva ya Norwecê bi Serokatiya Êrik Hosim serdana Boruya têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li Qamişlo kir.

Şande ji aliyê Hevserokê Buroyê Ebd Elkerîm Omer, nûnerên têkiliyên YPJ’ê û desteya jin hat pêwazîkirin.

Di civînê de Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve û Serokê şandeyê belgeya radestkirina her du zaroan û jina DAIŞ’î îmze kirin.

serokê şandeyê Êrik Hosim spasiya rêveberiya xwser kir û kêfxweşiya xwe ji ber aramî û ewlehiya herêm anî ziman.

Êrik Hosim balkişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û fikara xwe anî ziman.

Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûrî heta niha 171 jin û 177 zarok ên DAIŞ’î radestî hikumeta Fransa, Belçîka, Ewisturya, Kazaxistan, Almanya, Hollanda, Amerîka , Birîtaniya û Swêdê kir.

Leave a Reply

Back to top button