Îro 5 malbatên din ji Idlibê bi rêya lîwa siwar xwe gihandin Minbicê

Ji ber êrîşên rêjîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Idlibê pêla koçberiya sivîlan a ber bi herêmên bakur û rojhilatê Sûrî ve dewam dike. Herî dawî îro 5 malbatên din bi rêya Lîwa Siwar Idlib ya girêdayî Cebhet EL-Ekrad xwe gihandin herêmê. Malbatan bang li Sivîlên li Idlibê mayîn kirin ku berê xwe bidin herêmê bakûr û rojhilatê Sûrî.

Bi şerê dijwar yê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dewleta tirk a dagirker li gundewarên Idlibê re pêşa koçberiyê jî zêde bûye.

Piştî ku Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî got, deriyê me ji şêniyên Idlibê re vekirîne, êdî şênî berê xwe didin bakur û rojhilatê Sûrî.

Herî dawî îro bi alîkariya Lîwa Siwar Idlib ya girêdayî Cebhet EL-Ekrad, 5 malbatên Idlibî berê xwe da bajarê Minbicê.

Koçberan diyar kir ku ji ber êrîşên rêjîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk, jiyana sivîlên li Idlibê di xeteriyê de ye.

Çete jinan direvînin û malan jî talan dikin.

Koçberan spasiya QSD’ê û Lîwa Siwar a Idlibê kir ku ew ji zilmê xilas kirine.

Koçbereke din ku ji ber rewşa ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku ji ber bendên kontrolê yên çeteyan wan xwe bi zorê xilas kiriye.

Li Idlibê jî ji ber kuştin û revandinê nedikarîn ji malên xwe derkevin.

Koçberan bang li şêniyên Idlibê kir ku berê xwe bidin herêmên bakûr û rojhilatê Sûrî.

Beriya niha jî Hejmare ji şêniyên Idlibê, ji ber êrîşên rêjîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk a dagirker berê xwe dabûn Reqayê û li Kampa Ebû Qibê bi cihbû bûn.

Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê doh di encamnameya civîna xwe ya asayî de careke din teqez kir ku deriyên herêmê ji koçberên Idlibê re vekiriye.

Leave a Reply

Back to top button