Nûnerê sedan partî û rêxistin xwe ji bo komxebata yekîtî Amade dikin

Li Amedê “Komxebata Yekîtiya Neteweyî” ku dê bi rojeva yekîtiya neteweyî bê lidarxistin sibê dest pê dike.

Bi sedan rêveber û hevserokên partiyan wê beşdarî komxebatê bibin. Her wiha mijarên di komxebatê de werin nîqaşkirin jî hatin diyarkirin.

Li Amedê Xebata Tifaqa Kurdistanî ku ji aliyê 10 partî û tevgerên kurd ve pêk tê dê sibê “Komxebata Yekîtiya Neteweyî” ku 2 rojan dom bike wê bê lidarxistin.

Komxebat dê li Otela Demîr a li navçeya Sûra Amedê saet di 09.00’an de dest pê bike.

Di komxebatê de dê bingeha fikr û ramanên yekîtiyê çawa pêk were bê nîqaşkirin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk,

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir,

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk (HDP) Sezaî Temellî, serok û nûnerên partiyên Kurdistanî û tê payîn ku zêdeyî nûnerên sed partî, komele û tevgeran beşdarî komxebatê bibin.

LI BAKUR “KOMXEBATA YEKÎTIYA NETEWΔ
MIJARÊN NÎQAŞA KOMXEBATÊ HATIN DIYARKIRIN

Di rojeva yekemîn Komxebatê de ji bo modela tifaqa neteweyî ya mayînde dê li ser mijarên wek “Meclîsa neteweyî an?”, “Kongre an?” ango “Eniya demokratîk an?”nîqaş were kirin û bersiva van pirsan were dayîn.

Di rojeva duyem a komxebatê de jî wê li ser, di rêya mayîndekirina tifaqa neteweyî de hevpariya di nirxên neteweyî de pêk were jî dê bê nîqaşkirin.

Di rojeva sêyemîn a Komxebatê de jî Xebata Tifaqa Kurdistanî li dijî êrişên ser destkeftiyên kurdan de nexşerêya xwe diyar bike.

Piştî axaftina vekirinê Komxebat dê ji çapemeniyê re girtî dewam bike.

Encamnameya komxebatê dê di saetên êvarê roja Yekşemê bi raya giştî re were parvekirin.

Partî û rêxistinên di Komxebatê de cih digirin wiha ne:

PARTÎ Û TEVGERÊN CIH DIGIRIN

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)

Komeleya Şoreşgerên Kurd ên Demokrat (DDKD)

Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP)

Partiya Însan û Azadiyê (PÎA)

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)

Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur)

Partiya Demokrata Kurdistan – Tirkiye (PDK-T)

Tevgera Azadî û Partiya Azadî

Leave a Reply

Back to top button