Şêxmûs Ehmed: Girtina deriyan biryareke siyasî ye

Serokê Buroya Kar û Barên Koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku girtina deriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryareke siyasî ya ji bo zexta li ser Rêveberiya Xweser e.

Şêxmûs bang civaka navnetewî kir ku vê biryarê betal bikin.

Konseya Ewlehiyê beriya niha biryar da ku alîkariyên mirovî yên derbasî Sûrî bibin wê di deriyên herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de pêk werin.

Serokê Buroya Kar û Barên Koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed derbarê mijarê de axivî.

Şêxmûs Ehmed destnîşan ku ew derbarê koçberên herêmê de bi hemû aliyên peywendîdar re di nava danûstandinê de ne û wiha got:

“Hejmareke zêde ji koçberên Iraqî niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û çeteyên DAIŞ`ê yên di zindanan de jî hene.

Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê navenda koçberan e.

Lê mixabin bi destpêkirina dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gelek rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan derketin.

Şêxmûs biryara konseya ewlekariyê ya NY jî wiha nirxand:

4 deriyên derbaskirina alîkariyên mirovî li Sûriyê hebûn, deriyê Ramsê di navbera Urdun û Sûriyê de, deriyê Til Koçer û 2 deriyên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de.

Alîkariyên mirovî bi riya deriyê Til Koçber dihatin.

Lê bi derxistina vê biryarê re, alîkarî kêm bû.

GIRTINA DERIYÊN SÎNOR LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ
DIVÊ ALÎKARÎ DI DERIYÊ TIL KOÇBER RE WERE DERBASKIRIN

Serokê Buroya Kar û Barên Koçberan a Bakur û Rojhilatê destnîşan kir ku girtina deriyên sînor û kêmbûna alîkariyan wê bi xwe re karesetekê bîne, bi taybet li navendên koçberan.

Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku ev biryar siyasî ye û di çarçoveya hevkariya Rûsiya û Dewleta Tirk de pêk hatiye û ev tişt anî ziman:

Armaca biryarê ew e ku alîkarî neghêjin herêmê bakur û rojhilatê Sûriyê da ku bihêle Rêveberiya Xweser daxwazên dewleta Tirk, Rûsya û rejîma Sûrî pêk bîne.

Şêxmûs bang li civaka navnetewî û rêxistinên mirovî û taybet komseriya koçberan a NY`ê kir ku ji vê biryarê paşve vekşîn û ji bo şandina alîkariyan di deriyê Til Koçer re, biryarê bidin.

Leave a Reply

Back to top button