Çeteyên dewleta Tirk 3 sivîlên din ji Efrînê revandin

Roj nîne ku li Efrînê sivîl ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve nayên revandin.

Di vê derbarê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 sivîlên din revandin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çeteyên bi navê koma ”Suleyman Şah” a navê “Emşat” li xwe dikin li gundê Kaxra yê navçeya Mabata 3 sivîl revandin.

Li gorî çavkaniyan navê kesên hatine revandin ev in:

Hemo Mihemed Weqas, Ehmed Hesen Hebeş û Welîd Qaziqlî Mihemed.

Duh jî bi nêzîkbûna salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê re, Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê bîlançoya binpêkirin û kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên li Efrînê eşkere kiribû.

Rêxistinê diyar kir ku tenê di du salan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 54 bi êşkenceyê bi giştî 453 sivîl kuştine.

Her wiha 6 hezar sivîl revandine û bi sedhezaran dane koçberkirin.

Leave a Reply

Back to top button