Cenazeyê şervanê YPG`ê Diyar Amûdê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi merasîmekê hat orxirkirin.
Şervanê YPG`ê Mehmûd Cemîl binasnav Diyar Amûde di encama kirîza dil de şehîd bû.
Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê ji bo oxirkirina şehîd Diyar li ber nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir kom bûn.
Piştî wergirtina cenaze girseya gel ber bi Goristana Şehîdan a li herêma Şiqeyf ve meşiyan.
Li goristanê li ser navê meclisa malbatên şehîdan û kongra star axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin.
Kesên axivîn rola şehîd û şervanan a di rizgarkirina taxên Helebê ji çeteyan bibîrxistin û pêkanîna azadî û wekhefiyê di navbera pêkhateyan de, silav kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û sloganên dilsoziya bi şehîdan re, hat veşartin.