Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê: Ferzkirina cezayan li ser dewleta Tirk nêz dibe

Cîgerê wezîrê karên derve yê Emerîkayê Clark Cooper got, DYA ferzkirina cezayan li ser dewleta Tirk bi sedema moşekên Rûsyayê S-400 nêz dibe .

Cîgirê wezîrê Karên derve yê Emerîkî Clark Cooper ji ronameya The National a Imaratê axivî û got :

Dem êdî bi dawî dibe ku vê dozê çareser bikin.

Clark Cooper diyar kir ku dê cezayên Emerîkî li ser dewleta Tirk der barê bersivdana kirîna wê ya pergala moşekên asîmanî ya Rûsyayê de li gorî qanûna hevrikên Emerîkayê bi rêya cezayên CAATSA’yê ferz bikin.

Cooper di berdewamiya axiftina xwe diyar ku ji dewleta Tirk pencereyekê teng heye ku vê dozê çareser bike û wiha anî ziman.

Me yekser dewleta Tirk ji bernameya çêkirina hevpar a F-35’an dûr xist, her wiha endamtiya wê ya NATO’yê li ber keviyê hişt.

Leave a Reply

Back to top button