Bi boneya sêyemîn salvegera êrîşên artêşa Tirk ên li dijî Efrînê, ku di 20 Çileya 2018`an dest pê kir, Meclisa Sûriya Demokratîk panelekli dar xist.Hevserokê MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk dewamiya hevpeymana sêalî ya Astanayê ye û divê Tirkiyê ji herêmê bê derxistin.
Di panela bi slogana”Efrîn deriyê çareserî û aşîtiya Sûriyê ye” ku li bajarê Qamişlo pêk hat de, kesayetên civaknas, rûspiyên eşîr, êlên ereban û kurdan, rêxistinên jinan û ciwanan û hevserokên MSD`ê Riyad Derar û Emîna Umer, amade bûn.
Panel ji aliyê hevserokên MSD`ê ve hate birêvebirin.
Riyad Derar diyar kir ku êrîşên dewleta tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, dewamiya hevpeymana sêalî ya Astanayê ye.
Derar da xuyakirin ku hewldanên dawîn ên rejîma Sûriyê yên li herêmê û bi taybet civînên Elî Memlûk bi armanca parçekirina pêkhateyên herêmê û têkbirina projeya demokratîk a pêkhateyên herêmê ye.
Derar daxuyakirin ku divê hemû hêzên bûne sedema dagirkeriya dewleta tirk ya li herêmê hevdîtinan bikin û Tirkiyê ji herêmê derbixin.