MSD:Berdewama êrîşên artêşa Tirk isbata berdewamiya hevpeymana astanayê ye

Bi boneya 2. salvegera êrîşên artêşa Tirk ên li ser Efrînê, MSD’ê panelek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar anî ziman ku berdewama êrîşên artêşa Tirk isbata berdewamiya hevpeymana sêalî ya Astanayê ye.Her wiha di panelê de teqezî li ser piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk hat kirin.

Bi boneya 2. salvegera êrîşên artêşa Tirk ên li dijî Efrînê, Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê panelek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Panela bi silogana “Efrîn deriyê çareserî û aşîtiya Sûriyê” bi beşdariya civaknas, rûspiyên eşîr, êlên erebî û kurdî, rêxistinên jinan û ciwanan pêk hat.

Panel ji aliyê hevserokên MSD`ê Riyad Derar û Emîna Umer hate birêvebirin.

Riyad Derar di panelê de axivî û destnîşan kir ku artêşa Tirk li ser esasê hevpyemanên navdewletî bi taybet hevpeyama Astanayê gelek herêmên Bakurê Sûriyê dagir kirine.

Derar diyar kir ku berdewama êrîşên artêşa Tirk isbata berdewamiya hevpeymana sêalî ya Astanayê ye.

MSD LI BAJARÊ QAMIŞLO PANELEK LI DAR XIST
DERAR: RÊJÎM DIXWAZE PROJEYA DEMOKRATÎK A PÊKHATEYÊN TÊK BIBE

Têkildarî hewildanên dawî yên Rêjîma Sûrî li herêmê anku civînên Rêveberê Buroya Ewlekariya Netewî ya rêjîma Sûrî, Elî Memlûk, Hevserokê MSD`ê Riyad Derar got:

Rêjîm bi van hewildanan dixwaze pêkhateyên herêmê parçe bike û projeya demokratîk a pêkhateyan têk bibe.

MSD LI BAJARÊ QAMIŞLO PANELEK LI DAR XIST
BEŞDARAN: PIŞTGIRIYA QSD’Ê ERKA HEMÛYAN E

Beşdarên panelê jî bal kişandin ser girîngiya yekîtiya Sûriyê, ku ew jî bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî misoger dibe.

Herî dawî jî, beşdaran îşaret bi hêzên Sûriya Demokratîk kir û destnîşna kirin ku QSD’ê parastina pêkhateyên herêmê dikin, lewma piştgirî û xurtkirina hêzê erka hemûyan e.

Leave a Reply

Back to top button