Bi binketina agirbesta li Idlibê carek din bajarê Helabê bû armanca topbaran balafirên şer.
Li Heleb û Idlibê, 18 sivîl û 42 leşkerên Rêjîmê û çeteyên Tirkiyê hatin kuştin..
Balafirên Rusî gundên Xan Esel, taxa Raşîdîn,gundê Keferneha û taxa Bihûs El-elmiyê yên rojavayî Helebê bombe kirin.
Di encamê de18 sivîl hatin kuştin û 15 jî bîrîndar bûn.
Balfirên heman dewletê herêma qaşo “kêmşer” li Idlibê topbaran kir.
Li gorî çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan li Rojhilatê Idlibê 24 ji hêzên Rêjîmê û 18 çete hatine kuştin.
Çavdêriyê diyar kir ku komên çete gundên Til Mustêf û Til Xeter yên Idlibê kirin bin kontrola xwe.
Komîseriya NY a Mafên Mirov doh destnîşan kir ku agirbesta li Idlibê bi bin ket û banga rawestandina şer kir.