Hemûd Fahî: Navenda tenduristiyê ya bajarê Kobanê 24 seatan xizmet dike

Navenda Tenduristiyê ya bajarokê Sirînê ya başûrê Kobanê diyar kir ku wê navend 24 seatan di xizmeta gek de be.

Navenda tenduristiyê ya bajarokê Sirînê yê başûrê bajarê Kobanê yê bakurê Sûriyê rojane ji 150 heta 200 nexweşî pêşwazî dike.

Di vê çarçoveyê de hemşîreyê bi navê Hemûd Fahî diyar kir ku her yek ji xebatkarên navendê 3 seatan kar dike. Her beşek 8 seatan dixebite, bi vî awayî 24 seatan nexweş têne dermankirin.

Li Navenda Tenduristiyê ya bajarokê Sirînê zarok tên aşlekirin.

Navenda Tenduristiyê li gel vê yekê dermananên wekî dil û şekir bi amadebûna kadroyên tenduristiyê belav dike

Leave a Reply

Back to top button