Berpirsê Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ewropa û Nûnerê Bilind ê Siyaseta Parastinê Josep Borrel ji Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê re nameyek şand. Borrel diyar kir ku wan ji ber êrîşên dewleta Tirk li ser bakur û rojhilatê Sûrî, alîkariya ji bo Tirkiyê ji sedê 75 kêm kiriye.
Josep Borrel diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk li ser Bakurê Sûrî û nakokiyên li ser lêgerîna gazê ya li Deryaya Spî, ji sedê 75 alîkariya ji bo Tirkyê ya sala 2020’an hatiye kêmkirin.
Li gorî Borrel ji sala 2017’an ve Milyarek û 200 milyon euro alîkariya ji bo Tirkiyê hatiye kêmkirin.
Danûstandinên Tirkiyê yên ji bo ketina Yekîtiya Ewropa çend salin tê seknandin.
Rayedarên Ewropayê vê yekî jî dispêrin binpêkirinên mafên miorvan û nirxên demokrasiyê ye li Tirkiyê.