Li Girkê Legê dewriya Amerîkî li hember ya Rûsî û neçarî vegerê kir

Îro, dewriyeke Rûsî xwest li rojhilatê navçeya Girkê Legê ya Qamişlo bigre, lê dewriyeke Amerîkî li hemberî wê seknî û neçarî vegerê kir. Ji bo çareserkirinê pirsgirêkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan kir û çareser kir.

Dewriya Amerîkî li gundê Gir Qehfik yê Girê Legê li pêşiya dewriya Rûsî seknî.

Vê yekê hişt ku rêya giştî ya navbera Girkê Legê-Dêrikê de bê girtin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan kir, rê ji tirimpêlên sivîlan re vekir û pirsgirêk çareser kir.

Piştre dewriya Rûsî neçar ma vegere Qamişlo.

Ev dewriyên hevbeş yên Amerîkî û Rûsî yên li herêmê di çarçoveya lihevkirinên bi QSD’ê re pêk tên.

Leave a Reply

Back to top button