
Li nêzî paytexta Somalê Meqedîşo, bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek pêk hat. Di êrîşê de 4 jê Tirk 11 kes birîndar bûn.
Êrîş îro li dijî xwaringeheke ku endezyarên Tirk û polîsên Somalê lê bûn pêk hat.
Li gorî daxuyaniya wezareta parastinê ya dewleta Tirk di êrîşê de 4 jê Tirk 11 kes birîndar bûn.
Hat raghandin ku rewşa hin kesên birîndar giran e.
Heta niha tu kesî ev êrîş negirtiye ser xwe.