Ahmet Turk: Divê em hemû li dora nirxên neteweyî siyasetê bikin

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk têkildarî Yekrêziya Neteweyî diyar kir ku niha di destê kurdan de fersendek dîrokî heye, divê li gorî wê partiyên siyasî siyaseta xwe diyar bikin.
Turk bang li siyasetmedarên kurd kir ku xwe bispêrin bercewandiyên gel û bi nirên netewî neleyzin.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ku tevlî Komxebata Yekrêziya Neteweyî bûye ji Ajansa ANF’ê re axivî.

Ahmet Turk diyar kir ku ji 11 salan ve ji bo yekrêziya kurdî gelek kar û xebat hatine meşandin û gelek caran em bi partiyên li Başûrê Kurdistanê re civiyane.

Turk diyar kir ku yekrêziya kurdî li derdora fikrakê pêk nayê, ji ber vê yekê divê bercewendiyên gîştî di ser her tiştî re bin.

Ahmed Turk anî ziman ku tiştên niha partiyên kurdî dikin berovajî vê yekê ne û got:

Rojhilata Navîn li ser esasê mezhb tê parçekirin

Niha li Rojhilata Navîn her kes ji bo mezheb û parçebûnê şerê hev dikin.

Turk ragihand ku divê siyaseta partiyên kurdî civakbûnê bi pêş bixe û xwedî li gel derkeve û diyar kir ku gelê Kurd li hember êrîşên dijmin xwedî hêrseke mezin e, lê siyasetmedarên vê yekê bi rêxistin bikin nîn in, ji ber vê yekê divê gel li dijî siyasetmedarên kurd xwedî helwest be.

Ehmed Turk di nava axavtina xwe de balkişand ser aliyên ku dibin asteng li hemberî yekrêziya kurdî û wiha anî ziman:

Hin alî hene bi xebata xwe destkeftiyên kurdan tune dikin

Hin alî weke ku destketiyên Kurdan diparêzin tevdigerin, lê dema mirov li xebata wan dinêre derdikeve holê ku ew destkeftiyên kurdan tune dikin.

Turk siyasetên bi vî rengî rexne kir û diyar kir ku divê ev partî nirxên netewî biparêzin û pê nelîzin û destkeftiyên gel esas bigirin.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Gelê Kurd di serdemeka girîng û krîtîk re derbas dibe, divê kurd vê fersenda dîrokî ji dest nede.

Eger ev fersend baş neyê nirxandin, hemû destkeftiyên Kurdan wê rastî êrîşan werin.

Leave a Reply

Back to top button