Komxebata yekîtiya netewî li Amedê di roja 2. de didome

Komxebata Yekîtiya Neteweyî bi beşdariya Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê û 8 Partiyên Kurdî di roja duyemîn de didome.

Komxebata Yekîtiya Netewî ku bi navê Tifaqa Kurdistaniye li Otêla Demir a li Sûra Amedê tê lidarxistin.

Di roja duyemîn de wê nexşerêya îtîfaqê û parastina destkeftiyên gelê Kurd were nîqaşkirin.

Di roja yekê ya komxebatê de Nûnerê Komeleya Kurd a Şoreşger a Demokratîk Abdulhey Okumuş axaftina vekirinê kir.

Abdulhey Okumuş rewşa heyî ji bo gelê Kurd weke firsendekî dest nîşan kir.

Piştê axaftina Okumuş daxuyaniyek hevpar hat dayîn ku tê de bang li partiyan hat kirin ku bi erka xwe ya dîrokî rabin û kom xebat girtî li pêşiya ragihandinê dewam kir.

Tê payîn ku komxebat îro bi encamnameyeke bidawî bibe.

Leave a Reply

Back to top button