Tuesday 2026/06/09
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Rola jinan di pêkanîna banga “Aştî û Civaka Demokratîk” de

June 4, 2025
in JIN
A A
Rola jinan di pêkanîna banga “Aştî û Civaka Demokratîk” de
Share on FacebookShare on Twitter

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin li ser rola jinan di banga Rêber Apo de axivî.
Bêrîtan Guneş Altin got “Herî baş jin dizanin bê ka şer tê çi ye.
Lewma jî yên ku pêvajoyê bi ser bixin dîsa dê jin bin.”

Rêxistinên jinan bi çalakiyên xwe pêşengtiyê ji pêvajoya aştiyê ya ku li ser banga 27’ê Sibatê ya rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye re dikin.

Bi armanca xwedîderketina li banga aştiyê 31’ê Gulanê de li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê bi deh hezaran jin meşek bi rêxistin kirin.

Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin rola jinan a pêkanîna banga rêber APO anî ziman.

Bêrîtan Guneş Altin diyar kir ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” berpirsyariyên mezin danîne ser milê jinan û got:

“Di vê banga rêber Ocalan de peyamên girîng ji bo jinan hebûn.

Li ser vê bingehê em têkoşîna xwe dimeşînin.

Di meşa mezin a li Amedê de jinan peyameke zelal da.

Silavên xwe ji Girava Îmraliyê re jî şandin û nîşan dan ku ew ê aştiyê hembêz bikin.

Şer herî zêde zirarê dide bedena jinan.

Ji ber vê yekê jin dê bibin pêşengên aştiyê.

Jin dê di pêvajoya pêş de jî pêşengiyê bikin”.

Bêrîtan Altin: Yên ku wê pêvajoyê bi ser bixin jin in

Di heman çarçoveyê de Bêrîtan Guneş Altin bal kişande ser girîngiya konferansên ku parlameterên jin û Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) organîze kirine jî û wiha got:

“Herî baş jin dizanin bê ka şer tê çi wateyê.

Lewma jî yên ku vê pêvajoyê bi ser bixin dîsa dê jin bin.”

Bêrîtan Guneş Altin da zanîn ku Konferansa Parlamenterên Jin ji bo xurtkirina yekîtiya jinan hat lidarxistin û wiha dewam kir:

Bêrîtan Altin: Jinan nîşanî her kesî da ku ew ê aştiyê biparêzin

“Konferansa parlamenterên jin ya beriya çend rojan ku li Amedê hat lidarxistin, gelekî girîng bû.

Ev ne cara yekemîn e ku parlamenterên jin ên Kurd tên cem hev.

Berê jî çalakiyên bi vî rengî hebûn.

Ji Bakur, Başûr Rojava beşdarî çêbûn.

Mixabin ji Rojhilat tevlîbûn çênebû lê peyama wan jî hate xwendin.

“Pêvajoya aştiyê wê bibe tekoşîna ji bo bidestxistina nasnameya jinan”

Bêrîtan Guneş Altin di nava axaftina xwe de bal kişand ser axaftinên Rêber Apo yên hevdîtinan li gel şandeya Îmraliyê derbarê jinan û got:

“Pirsgirêka jinan ji pirsgirêka Kurd mezintir e.

Ev pêvajo dê bibe pêvajoya tekoşînê ji bo bidestxistina nasnameya jinan jî.

Îro careke din jinan nîşanî her kesî da ku ew ê aştiyê biparêzin.”

Previous Post

Du moşek ku gengaz e yên Îsraîlê ne li Derayê ketin

Next Post

SOHR: Li Sûriyê di rojekê de 7 kes hatin kuştin

Weşana girêdayî

Hêzên Talîbanê jineke kurd û keça wê kuştin
JIN

Hêzên Talîbanê jineke kurd û keça wê kuştin

Meclîsa Îştar a Mexmûrê: Divê demildest 3 endamên RJAK’ê bên berdan
JIN

Meclisa Îştar a Mexmûrê bertek nîşanî gotinên Rahmî da

KJAR’ê tundiya li ser jin û zarokan şermezar kir
JIN

KJAR’ê tundiya li ser jin û zarokan şermezar kir

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye