Di rojên dawî de Emerîka dijî Îranê gelek zextan dike, bi taybet jî serokê Emerîkayê Donald Trump ragihand ku nabe Îran bibe xwedî uranyum.
Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî jî diyar kir ku pêşniyara Emerîka ya ji bo lihevkirina nukleerî, dijberiya desthilata welatê wan dike, ji ber ku uranyum ji bo Îranê pêwîste.
Elî Xamneyî anî ziman ku uranyum ji bo bernameya nukleerî ya Îranê pêwîste û got:
“Me zêdetirî hezar planên dijî welatê xwe vale derxist û bersiva hinek ji wan jî hatiye dayîn.
Komploya dijî welatê me piranî ji aliyê Emerîka û Îsraîlê ve pêk tê.”



