Beşar Esed: Divê tenê lîreya Sûrî were bikaranîn

Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed fermaneke qanûnî ji bo lîreyê Sûrî derxist.

Esed biryar da ku kesên Lîreyê li seranserî Sûriyê bi kar neyînin, dê werin cezakirin.

Li gorî fermana Esed, çi kesê ku berovajî vê biryarê tev bigere, dê bi kêmanî 7 sal cezayên girtin û darayî lê were birîn.

Her wiha li gorî fermanê, Banka Sûrî ya Navendî dê pareyên ne Sûrî û kanza ango madenên giran ên ku bêne bikaranîn, desteser bike.

Îro li Şamê, nirxê dolarê Amerîkî li beramberî Lîreyê Sûrî gihaştiye hezar û 150 Lîreyî.

Leave a Reply

Back to top button