Li aliyê din Hindistanê ji ber barana zêde bandora lehiyê didome.
Li gorî rayedaran li eyaletên bakur-rojhilatê Hindistanê 44 kes jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî nûçeya kanala NDTV ya Hindistanê, ji ber şemîtina axê û barana zêde ya ku bi demsala musonê re li welêt dest pê kir, bandorek neyînî li ser jiyanê dikin.
Li 6 eyalatên bakur-rojhilatê Hindistanê 44 kes jiyana xwe ji dest dan.
Rayedaran diyar kirin ku barana zêde bandor li zêdetirî hezar û 500 gundan kiriye û zêdetirî 14 hezar û 739 hektar erdê çandiniyê zirar daye.
Daîreya Meteorolojiyê ya Hindistanê hişyarî dabû ku baran dê di rojên pêş de li herêmê berdewam bike.
Baranên mûsonê, ku her sal di navbera Hezîran û Îlonê de bandor dikin, li welêt dibin sedema windakirina canî û zirarên madî.



