Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê karname li ser 15 hezar û 500 xwendekarî belav kir.
Karnameyên dibistanan piştî bidawîbûna ezmûnên werza yekemîn a sala xwendinê hatin belavkirin.
Endama rêveberiya Dibistana Aya Qasim a taxa Şêxmeqsûd, Bêrîvan Oso diyar kir ku rêjeya xwendekarên serkeftî ji sedî 80 ye û hêvî kir ku di werza bê de hemû xwendekar serkeftî bin.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk xwendekarên serkeftî xelat kir.
Piştî belavkirina xelatan, koma xwendekeran a dibistanan govendên folklorîk gerandin.
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 8 dibistan hene.