Prof Neşe Ozgen diyar kir ku ew bi kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” re armanc dikin ku dengê gelê Kurd bidin bihîstin.
Prof Neşe Ozgen got: “Armanc dikin di pêvajoya pêş de hemû beşên civakê beşdarî kampanyayê bikin.
Ji bo rakirina astengiyan li pêşiya Rêber Apo Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) kampanyayek bi navê “Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim” da destpêkirin.
“Çepgirên Ewropî û çepgirên Parlamentoya Ewropî piştgiriyê didin vê kampanyayê”
Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona EFFP’ê Prof Neşe Ozgun ji ajansa ANF’ê re axivî.
Di destpêkê de Prof Neşe Ozgun diyar kir ku Platforma Azadî û Aştiyê 6 sal in xebatê dike û nêzî 300 pêkhateyên wan hene û ew ne tenê bi bûyerên Tirkiyê û Kurdistanê eleqdar in, bi mafên sirgûnê yên li Ewropayê û di heman demê de bi polîtîkaya demokrat a li wir eleqeder in.
Neşe Ozgun: Banga 27’ê Sibatê meseleyek demokrasî ye
Neşe Ozgun destnîşan kir ku banga 27’ê Sibatê ne tenê agirbest û berdana çekan e, ev bang wekî meseleya demokrasiyê ye.
Neşe Ozgun ragihand ku wan hashtaga “Visit Ocalan” vekirine û wiha got:
“Ev ne tenê kampanyayekî hashtagê ye û armanc dikin ku ev mijar her di rojevê de be.
Ev kampanya bi komê me re dest pê kiriye û di dema bê re wê nêzî 300 300 pêkhateyên me jî beşdar bibin.”
Neşe Ozgun: Di 15’ê Hezîranê de konferansekî mezin wê li Tirkiyê bê lidarxistin
Her wiha derbarê xebatên pêvajoya pêş Neşe Ozgun ev agahî dan:
“Em ê di 5’ê Tîrmehê de dîsa telekonferanseke mezin bikin.
Însîyatîfên aştiyê yên cuda yên li Tirkiyê, aliyên hewldana civakî ya ji bo aştiyê ji bo avakirina meclîsekî dest bi xebatan kirin.
Ne tenê partiyên siyasî yên ku koma wan li meclîsê heye aliyên cuda jî têkildarî vê pêvajoyê nêrînên erênî didin.
Li Tirkiyê di 15’ê Hezîranê de konferansekî mezin wê were lidarxistin.
Di meha Îlonê de jî ji bo girîngiya tevgera demokrasiyê li bajarekî Ewropayê konferanseke mezin wê were lidarxistin.
Li Tirkiyê bi hemwextî li çend navendan konferans werin lidarxistin û ev konferans hemû bi rêya Zoomê girêdayî hev bin.
Em ê bi van konferansan re hemû aktorên têkildarî vê meseleyê yên hem derveyî welat hem jî li welat bidin axaftin.”
Neşe Ozgen: Hevdîtina rasterast a bi girtiyekî siyasî re mafê bingehîn e
Di dawiyê de Neşe Ozgen têkildarî kampanyayê ev peyam da:
“Hevdîtina rasterast a bi girtiyekî siyasî re mafê bingehîn e.
Em dixwazin ji bo civaka Tirkiyê avaniyekî siyasî ya heqîqî ava bikin.
Ji bo afirandina çarenûsa jinûve bûyîna civak, bang li her kesê dikin ku piştgirî bidin vê kampanyayê û serlêdana Wezareta Edaletê bikin.”



