Li başûrê bajarê Hesekê li gel belavbûna nexweşiyan, gefên li ser çandiniyê zêde dibin.
Cotkarên li gundê Selam ê bajarokê Erîş yê li başûrê Hesekê yê kantona Cizîrê ji ber bilindbûna buhayên pêdiviyên çandiniyê bi gazinc in.
Cotkarê Muhened El Xemîs tevî 5 birayên xwe di baxçeyekî 5 donim de dixebite.
Muhened El Xemîs û birayên xwe di havîn û zivistanê de sebzeyên wekî bacanên sor, xiyar, zebeş, kundir, bacanê reş, îsot, dolme û bamiyan diçînin.
Der barê rewşa çandiniyê de Muhened El Xemîs axivî û got:
Pêvajoya hinardekirina ji bo bazaran piştî ku sebze li gorî mezinahî û kalîteyê têne rêzkirin pêk tê.
Muhened El Xemîs diyar kir ku guherîna rewşa hewayî di dema geşbûna sebzeyan de bandoreke neyinî li çandiniyê kir û dibêje:
Guherîna heyî hişt ku berhem zêdetirî 15 rojan li gorî salên berê dereng çêbibe.
Ev guherîn jî bandorek nebaş li kalîteya berhem kir.
El Xemîs bal kişand ser belavbûna gihayê bacana reş a bejî û wekî “Dijminek mezin” bi nav kir û wiha domand :
Ev giha xwarina axê dibe û nexweşiyan dide çandiniyê.
Muhened El Xemîs bang li saziyên têkildar kir ku bi awayekî domdar destekê bidin cotkaran, semadê û dermanên pêwîst bi buhayên guncaw pêşkêşî wan bikin.



