Li Idlibê 24 leşkerên Rejîmê û 13 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Li Idlibê Piştî ku dewleta Tirk çeteyên xwe û êrîşên rejîma Sûrî rû bi rû hiştin, çeteyan êrîşên xwe li dijî deverên rejîma Sûrî zêde kirin.

Di vê derbarê de û di encamê şerê herdu aliyên navborî, li gundewarê Idlibê 24 leşkerên rejîmê û 13 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Li aliyekî din, li çolistana Dêra Zorê, di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de, 19 leşkerên rejîmê birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bejahiya gundewarê Idlibê yê Rojhilat û Başûr-Rojhilat, êrîşî deverên rejîma Sûrî kirin.

Di encamê şerekî giran ê di navbera herdu aliyan de, 24 leşkerên rejîmê û 13 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Çavdêriyê diyar kir ku ev êrîşîn çeteyên dewleta Tirk piştî civîna çeteyan bi Îstxbaratên dewleta Tirk a li Lîwa Iskenderonayê pêk hatin.

Ku di civîna navborî de, Îstxbaratên dewleta Tirk ji çeteyan re gotine, ku çareseriyên siyasî bi rejîmê re pêç bûne û divê çete bi tena serê xwe şer bikin.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
CENDIRMEYÊN ARTÊŞA DEWLETA TIRK JINEK LI SER SÎNORÊ IDLIBÊ KUŞT

Li aliyekî din hedfgirtina sivîlan ji aliyê cendirmeyên artêşa dewleta Tirk ve li ser sînor berdewam e.

Li gorî agahiyên ku Çavdêriya Sûrî ragihandin, cendirmeyê artêşa dewleta Tirk jineke ji bajarokê Mere Şorîn yê gundewarê Idlibê gulebaran kir.

Di encamê de jinê jiyana xwe ji dest da.

ÊRÎŞÊN DAIŞ’Ê LI DIJÎ REJÎMÊ
LI ÇOLISTANA DÊRA ZORÊ 19 LEŞKERÊN REJÎMÊ BIRÎNDAR BÛN

Li çolistana Dêra Zorê jî , êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî nuqteyên rejîmê berdewam in.

Çavdêriyê da xuyakirin ku duh êvarî li çolistana Meyadînê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyeke rejîmê kir.

Di encamê şerê ku navbera herdu aliyan de derket, 19 leşkerên rejîmê birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button