Rêber Apo di beşa PKK û Fesix de sedem û armancên fesixkirinê û têkoşîna dema nû dinirxîne.
Rêber Apo dibêje, “Mijara fesixkirina PKK’ê ji bo me ne mijareke nû ye. PKK’ê piştî salên 90’î û şûnde zemîna xwe ya îdeolojîk ji dest da.
Dema daxwaza vê pêvajoyê ji dewletê hat, me jî bersiv da.”
Rêber Apo di nirxandinên xwe yên ku ji Kongreya 12. Ya PKK’ê re şandî de, di beşa “PKK û Fesix”, de li ser armanc û sedemên fesixkirina PKK’ê disekine.
Rêber Apo diyar dik di salên 90’î de bi hilweşandina reel Sosyalîzmê PKK’ê zemînê xwe yê îdeolojîk ji dest da û wiha dibêje,
“Ji ber PKK li gorî perspektîfa têkoşînê yê sosyalîzma pêkhatî hatibû tevgerkirin û piştî salên 90’î di warê îdeolojîk de kete nava krîzê.
Lê tevî vê krîzê jî, li ser meyla rizgarîxwaziya netewî yê sosyalist li ser piyan ma.
Me dizanî reel sosyalizm hatiye buhurandin lê me nedizanî em çi bixin şûna wê.
Ji ber vê sedemê ji sala 1990’î heta sala 2000’î me di krîzê de derbas kir.”
Rêber Apo destnîşan dike ew di qonaxa Imraliyê de li ser van pirsgirêkan ket nava lêhûrbûneke dorfireh û wiha dewam dike,
“Me ev lêhûrbûnên xwe bi pirtûkeke ji 5 bergan gihand encamê. Stratêjiya têkoşîna sosyalîst û gelek mijar me ji nû ve pênase kirin.
Ji bo jinûveavakirina îdeolojîk û stratejik me kuliyateke girîng ava kir.
Têkoşîna 50 salan bi aliyên xwe yên baş û nebaş dê ji parzîna rexnedayînê bê derbaskirin.”
Rêber Apo: Fesixkirina PKK’ê ji bo me ne mijareke nû ye
Rêber Apo dide zanîn mijara fesixkirina PKK’ê ne mijareke nû ye û dema daxwazeke wisa ji nava dewletê jî hat bersiva wan hate dayîn û dibêje,
“Li Îmraliyê stratejiya têkoşîna sosyalîst û gelek mijar min ji nûv pênase kir”
îstim. Jixwe ev 6 mehin em bi van pirsan re mijûlin û me anî heta roja îro.
Hema li şûna PKK’ê hewce nîne mirov tiştekî nû jî dayne. Hewce nake mirov bêje jinûve avakirin jî. Lewra em tenê behsa avahiyekê nakin; em behsa veguherîneke bingehîn a hişmendî û kesayetê dikin.
Jinûve avakirin herî zêde wisa dikare pêkan be. Ji bo vê jî di her halî de çend meh wext pêwîst e.”
“Dewlet dixwaze pêvajoyê, weke çekdanînê nîşan bide, ev ne rast e”
Rêber Apo diyar dike ji bo pêvajo bi tendurist pêşde biçe û bighêje encamê divê ecele neyê kirin;
“Hikûmet û dewlet dixwaze vê rewşê hema wekî çekberdanê nîşan bide. Wisa nîşandana vê pêvajoyê ne raste. Ya rast emê daynin meydanê. Serdemeke nû hem soz û hem daxwaza me ye.
Lê belê ev tenê wekî daxwaza wan çênabe. Di vê mijarê de meşên me hem ên polîtîk û hem ên teorîk ên gihayî hene û danaheveke mezin a ezmûnên me çêbûye.
Di nirxandina mijara fesixkirina PKK’ê, analîkirina vê girêkê û pêkanîna kongreya fesixkirinê de, em zehmetiyan nakişînin.
Ji ber xebateke veguherînê ya ku demeke dirêje destpêkiriye heye.”



