Iraq 21 roj in ji aliyê Serokwezîrê istîfakirî ve tê birêvebirin

Li Iraqê ku ev 21 roj in bi awayekî neyasayî tê birêvebirin, alozî berdewam dike û xwepêşandêr jî ji vê rêveberiyê ne razî ne. Parlamentoya Iraqê jî heta niha ji bo hikumeta neyasayî pêngavek neavêtiye.

Aloziya li Iraqê dewam dike û xwepêşandêr li kolanan in.

Îro ji danê sibehê ve destpêkê li Bexda û Necefê, li gelek bajarên din yên Iraqê xwepêşandêr daketine qadan.

Xwepêşandêran rêyên sereke yên di nava bajaran de girtin.

Polîs û hêzên Iraqê jî bi ava şid û bombeyên gazê dixwazin xwepêşandêran belav bikin.

Di encamê de zêdetirî 10 kes birîndarbûne.

Di hemû xwepêşandanan de welatî daxwaza reformê bi dirûşmeyan bilind dikin.

Êdî xwepêşandêran dest bi girtina rêyên sereke yên karmend û trafîkan kirin.

Xwepêşandêr bi girtina rêyên sereke re çuyîna karmendan a li ser kar asteng dikin.

Xwepêşandêr ji xemsariya hikumetê ya li hemberî çarenesernekirina aloziya niha ya li Iraqê û diyarnekirina serokwezîrek nû, nerazîne.

Di rojên borî de serokwezîrê îstifakirî yê Iraqê Adil Ebdulmehdî dest bi serdana aliyên siyasî kir.

Sedema neqebûlkirina xwepêşandêrên Iraqê ya ji bo Adil Ebdulmehdî jî ew e ku dibêjin destê wî, di xwîna xwepêşandêran de heye.

Adil Ebdulmehdî di 29’ê Mijdara 2019’an de îstifa kir.

Li gorî madeya 81 ya destûra Iraqê, piştî îstifaya serokewezîr, hikumet ji bo 30 rojan dibe demkî.

Piştî wê jî ger serokwezîrek nehat diyarkirin, li gorî yasayê Iraq dikeve valehiyek yasayî de û bê desthilat dimîne.

Li gorî vê jî di 29’ê Kanuna 2019’an de dema hikumeta demkî jî bi dawî bûye.

Li gorî destûra Iraqê îro 21 roj in hikumeta Iraqê bi awayek ne yasayî tê rêvebirin.

Li gorî agahiyan, aliyên Îranî ji ber hestyariya rewşa Iraqê, hewldanên xwe zêde kirine ku karibin di nava vê hefteyê de yan ji hefteya bê de kesekî ji bo wezîfeya serokwezîriya Iraqê erkdar bikin.

Leave a Reply

Back to top button