Berdevkê Serdozgeriya Başûrê Kurdistanê idia kir ku haya wî ji kesên bê dadgehkirin di bin çavan de nîne

Li bajarên Hewlêr û Dihok ên Başûrê Kurdistanê di nava çend mehên dawiyê de nêzî 30 kesan hatine binçavkirin.

Serdozgeriya Başûrê Kurdistanê jî îdia kir ku haya wî ji binçavkirina van kesan nîne..

Li parêzgehên Dihok û Hewlêrê di nava nêzî 4 mehan de bi hîncetên cuda ji aliyê hêzên ewlehiyê ve nêzî 30 kesan, hatine binçavkirin.

Di nava kesên hatine binçavkirin de, pêşmerge û endamên partiyan jî hene.

Bêyî ku bên dadgehkirin hîn li girtîgehên li Dihok û Hewlêrê de tên girtin.

Berdevkê Serdozgeriya Başûrê Kurdistanê Hakim Piştîwan Simko derbarê mijarê de axivî û idîa kir ku agahiya wan jê nîne ku li herêma Behdînan kesek ji ber bîr û mijarên siyasî hatibe girtin û heta niha di girtîgehê de mabin.

Hakim Piştîwan Simko têkildarî binçavkirina rojnamevanên bêyî biryara dadgehê jî ev tişt anî ziman:

“Agahiya me jê nîne ku qet rojnamevanek bêyî biryara dadgehê hatine girtin.

Eger rewşek wiha heye bila rojnamevan serdana serdozgeriyê bike.”

Leave a Reply

Back to top button