Li bajarokê Cezratê yê Dêra Zorê Hêzên Ewlekariya Hundirîn 5 mayîn bê bandor kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Cezratê yê Dêrazorê 5 mayîn bê bandor kirin.

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser mijarê ev agahî parve kir:

“Welatiyek ji bajarokê Cezrat agahî da Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku alavek bi guman li nêzî benda Micbilê heye.

Li ser vê yekê Tîma Endizyariya Mayînan ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser çûn benda Micbilê ya li bajarokê Cezratê, derdor girtin û welatî dûr xist.

Piştre dest bi lêkolînkirina alavê kir. Derket ku 5 mayîn in, giraniya her yekê 40 kg û ji madeya TNT ya teqemeniya dijwar pêk tê.

Tîma Endizyariya Mayînan mayîn bê bandor kir, bêyî ku ti ziyan çêbibe û li cihên taybet telf kir.”

Leave a Reply

Back to top button