Angela Merkel encamnameya Kongreya Berlînê eşkere kir

Li paytexta Alamanya, Berlînê, kongreya derbarê çareserkirina aloziya li Lîbayayê bi encamnameyekê bi dawî bû.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ragihand ku ji bo çareseriya siyasî ji bo Lîbyayê, aliyên beşdar li ser nexeşerêyekê li hev kirine.

Piştî lidarxistina Kongreya Berlînê, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel civîneke çapemeniyê li dar xist û encamnameya kongreyê eşkere kir.

Angela Merkel destnîşan kir ku aliyên beşdar di kongreyê de li ser rêzgirtina biryara NY a qedexekirina şandina çekan ji bo aliyên şer li Lîbyayê li hev kirine û destwerdana derve di Lîbyayê de red kir.

Merkel eşkere kir ku ji bo çareseriya siyasî ji bo Lîbyayê, aliyan li ser nexeşerêyekê li hev kirine.

Her wiha Sekreterê giştî yê Netewyên Yekbûyî, António Guterres jî, li ser pêwîstiya çareseriyek siyasî ji bo Lîyayê tekez kir û da xuyakirin ku divê civaka navdewletî pabendî biryara qedexekirina şandina çekan bo Lîbyayê bibin.

KONGREYA BERLÎNÊ
LAVROV: RÛSYA ENCAMÊN KONGERYA BERLÎNÊ JI BO ÇARESERIYA LI LÎBYAYÊ BI ERÊNÎ DINIRXÎNE

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî, ragihand ku Rûsya encamên Kongerya berlînê ji bo çareseriya li Lîbyayê bi erênî dinirxîne, tevî nakokiyên di navbera aliyên Lîbî de.

KONGREYA BERLÎNÊ
POMPEO: DIVÊ LÎBÎ ÇARENÛSA WELATÊ XWE DIYAR BIKIN

Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî, Mike Pompeo tiwîtek avêt û wiha got:

Divê Lîbî bi xwe û dûrî destwedanên derve, çarenûsa welatê xwe diyar bikin û ji bo wê jî, bila Lîbî Kongreya Berlînê weke derfetekê bibînin.

Leave a Reply

Back to top button