Aldar Xelîl: Lihevkirina Rêveberiya Xwser û Rêjîma Sûrî wê krîza aborî çareser bike

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku lihevkirina navbera Rêveberiya Xweser û Rêjîma Sûriyê wê krîza aborî bi dawî bike, cezayên aborî li ser Sûriyê bişkîne û dagirkeriya dewleta tirk bi dawî bike.
Xelîl bang li gel kir ku aboriya civakî bipêş bixin.

Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM”ê Aldar Xelîl: Kirîza aborî encama şerê 9 salaye

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ji bo rewşa aborî diyar kir ku, ev krîz encama şerê 9 salan e û heta niha desteka Rûsya, Îran, Çîn û bankên Lubnanê hiştiye ev aborî li ser lingê xwe bimîne.

Aldar Xelîl: Krîza aborî çavaniya xwe ji sedemên derve û hundir digire

Xelîl di bernameya Mesarat a Ronahî TV de destnîşan kir ku, paşguhkirina Rêjîmê ji xwestekên gel re, hişt welatên mezin destê xwe werdin û cezayan lê bibirin û ev sedema sereke ya krîzê ye.

Aldar Xelîl: Divê aboriya xweser were bipêş xistin

Di heman bernameyê de Aldar Xelîl, ji Rêveberiya Xweser xwest, abora civakî bi pêş bixîne û ev pêşniyar kirin.

Divê gel li gorî rewşa şer xwe birêxistin bike

Divê gel li gorî rewşa şer xwe birêxistin bike.

Divê aboriya xweser were bipêşxistin

Sûriyê di aliyê çandiniyê de xurt e ji ber vê yekê divê gel abora xweser li herêmên xwe bipêşbixin û li gorî siyaseta destgirtinê tevbigerin.

Aldar Xelîl: Lihevkirina Rêveberiya Xwser û Rêjîma Sûrî wê krîza aborî çareser bike

Li aliyê din jî, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê teqez kir ku, eger Rêjîma Sûrî bi Rêveberiya Xweser re li hev bike, wê krîza aborî çareser bibe, ceza ji ser Sûriyê rabin û dagirkeriya Dewleta Tirk bi dawî bibe.

Leave a Reply

Back to top button