Xabûr Akad: Êrîşên dewleta Tirk li ser Til Temirê zêde bûne

Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Akad têkildarî zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Til Temirê axivî.
Akad diyar kir ku dewleta Tirk amadekariyan dike ku herêmê ji nû ve dagir bike û da zanîn ku ew nahêlin ev yek careke din dubare bibe û heta dawiyê ew ê li ber xwe bidin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bitaybet li ser Navçeya Til Temir dewam dikin.

Dewleta tirk rojane bi çekên giran û balafirên keşfê gundewarên Til Temerê topbaran dike..

Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Akad der barê rewşa dawî ya Til Temerê ji Ajansa ANHA’yê re axivî.

Xabûr Akad diyar kir ku, bi êrîşên dewleta tirk a dagirker Navçeya Til Temlê di metirsiyek mezin de ye, ji ber ku hemû pêkhateyên Sûriyê lê dijîn.

Akad şêwazên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Navçeya Til Temerê nirxand û diya kir ku dewleta tirk bi awayekî yekser nikare êrîşê navçeyê bike.

Xabûr Akad diyar kir ku dewleta tirk ji bo êrîşî Til Temerê bike dixwaze şaneyên razayî bi riya çeteyên xwe li navçeyê bi cih bike da ku tevliheviyê di nava pêkhateyan de derxîne.

Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryanî ragihand ku wan plan û lîstokên dewleta tirk baş naskiriye û ti kes bi wê na xapê.

Akad balkişand li ser agirbesta di navbera dewletan de hatiye ragihandin û diyar kir ku ev agirbest her roj tê binpêkirin.

Xabûr Akad: Em nahêlin ku dewleta Osmanî ji nû ve ava bibe

Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Akad diyar kir ku armanca dewleta tirk ji hewldanên dagirkirina Navçeya Til Temerê guhertina demografîke, lê mabûna şêniyên navçeyê li ser xaka xwe vê armancê vala derdixe.

Leave a Reply

Back to top button