NAVENDA MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN LI REQAYÊ HAT VEKIRIN

Malbatên şehîdan bi hevakriya Meclisa Sivîl a Reqayê navenda Meclisa Malbatên Şehîdan bi merasîmekê vekir.

Merasîma li geraca otubîsan hate lidarxistin.

Bi dehan malbatên şehîdên Reqa û gundewarên wê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan, QSD`ê, Rêveberiya Meclisa Jinên Sûriyê ya Reqayê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de vekirina navendê li hemû malbatên şehîdan hate pîrozkirin.

Piştî axaftinan hin helbest li ser şehîdan hatin gotin û şano û stran ji aliyê Koma Çanda Reqayê ve hat pêşkêşkirin .

Di dawiyê de deriyê navendê ji aliyê dayika Şehîd Îbrahîm Salih ve hat vekirin.

Leave a Reply

Back to top button