Çalakiya rûniştinê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber avahiya NY’yî li Siwîsreyê tê lidarxistin, ket hefteya 229’an.
Beşdarên çalakiyê destnîşankirin ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tu çareserî rast û mayînde nabe.
Di çarşema 229’an Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya NY’yî ya Cenevreyê kom bûn.
Li wir, beşdaran şehîdên têkoşîna azadiya Kurd Şêxmûs Milazgir û şehîd Bêrîtan Nurhaq Çiya bibîranîn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê komîteya çalakiyê Ramazan Kizilkurt axivî.
Kizilkurt destnîşan kir ku daxwaza tevahî gelê Kurd ewê ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û got:
“Heta ku Rêber Apo azad nebe em ê dev ji qadan bernedin.
Lewma tu zext û gef nikare vê îradeyê bişkîne.”
Her wekî Hevserokê Navenda Civaka Kurd Osman Tekîn, bangên aştî û civaka demokratîk bibîrxist û got:
“Dem ew deme ku gavên şênber bên avêtin.
Azadiya Rêber Apo li Rojhilata Navîn mifteya aştî û çareseriya demokratîk e.”



