MSD: CIvaka Navnetewî li hemberî sûcên Tirkiyê bê deng e

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê sûcên şer yên Tirkiyê li Efrînê dike şermezar kir.

MSD’ê bang li hêzên navnetewî û hemû aliyên têkildar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bikin.

MSD’ê bang li gelê Sûriyê jî kir ku li dijî dewleta Tirk şerê rizgariyê ragihînin.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî 2.salvgera êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û banga darizandina sûcdaran kir.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi boneya 2. salvegera êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê daxuyaniyek da.

MSD’ê diyar kir ku Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê siyaseta erdê şewitandî bi kar anî. Di encamê de bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûn. Bi hezaran şêniyên resen jî neçarî koçberiyê bûn.

MSD’ê dest nîşan kir ku armanca Tirkiyê ji êrîş û dagirkeriyê vejandina serdema Osmaniyan e.

MSD’ê bi bîr xist ku Efrîn bajarê herî bi ewle bû. Bi hezaran koçberên bajarên din yên Sûriyê li cih bûbûn. Lê niha Tirkiyê talan kiriye û demografiya wê dughere. Li hemberî vê yekî Civaka Navnetewî di nava bê dengiyeke mezin de ye.

2. SALVEGERA ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ
MSD: LI DIJÎ TIRKIYÊ ŞERÊ RIZGARKIRINA AXA XWE RAGIHÎNIN

MSD’ê karîsetên li Efrînê şermezar kir. Bang li hêzên navnetewî û rêxistinên mafê mirovan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê bi dawî bikin. Şêniyên resen jî bi ewle vegerin warê xwe.

MSD’ê bang li gelê Sûriyê jî kir ku li dijî dewleta Tirk a dagirker şerê rizgarkirina axa xwe ragihînin.

MSD’ê teqez kir ku destekdayîna hêzên berxwedêr ji bo rizgarkirina Efrînê yek ji armancên wan yên sereke ye.

2. SALVEGERA ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ
MECLISA JINAN: DIVÊ DAGIRKERÎ BI DAWÎ BIBE Û SÛCDAR WERIN DARIZANDIN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dagirkirina Efrînê şermezar kir.

Meclisa Jinan diyar kir ku Tirkiyê bi peymanên herêmî û navnetewî aloziya Sûriyê kurtir dike û Sûriyê parçe dike.

Meclisa Jinan bang li hêzên navnetewî kir ku dagirkeriya dewleta Tirk li tevahiya Sûriyê bi dawî bikin û çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re bibînin. Kesên ku li dijî gelê Sûriyê sûc kirine jî werin darizandin.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gelê Sûriyê jî kir ku yekîtiya xwe ava bikin û jiyanek azad û birûmeta ava bikin.

Leave a Reply

Back to top button