Duh bi şev hêzeke Îsraîlê ketin bajarokê Beyt Cin a li başûrê yê li derdora Şamê û bi ser malan de girtin.
Îsraîlê di serdegirtinê de ciwanek kuştin û 7 jî destgîr kir.
Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku wan ev êriş kirine.
Îsraîlê îdia kir ku kesên girtî endamên Hemasê ne û amekariya êrişan li dijî hêzên wan li Sûriyê dikirin.
Wer xuyaye ku Hêzên Taybet ên girêdayî Israîlê derbasî hindirê malan dibin û lêgerînê dikin.
Li gundewarên Şamê Îsraîlê alîgirên Hemasê girtin
Artêşa Israîlê ragihand ku ew derbasî bajarokê Bêt El-Cin ê gundewarên Şamê bûne û avêtine ser deverên Hemasê.
Çapemeniya Israîlê dibêje ku derdora 100 leşker, 10 maşîneyên leşkerî û balafirên dron beşdarî vê operasyonê bûne.
Li gor wê, wan çend çekdarên girêdayî Hemasê bi dest zeft kirine û birine gel xwe.
Medyaya fermî ya Şamê eşkere dike ku kesek hatiye kuştin û 7 jî hatine girtin.
Israîl dibêje ku “li gor agahiyên istixbaratî, komeke girêdayî Hemasê, xwe amade dikir ku ji Sûriyê êrişî Israîlê bike”
Piştî gelek gef û êrişên esîmanî yên Israîlê, vê gavê bi rengekî bejayî derbasî nava erda Sûriyê dibe.
Berî niha Desthilata Şamê ev destwerdana Israîlê bi tevgereke ne rewa bi nav kir û xwe wekî aliyekî aştiyane nîşan da.
Roja 4’ê hezîranê Wezîrê Derve yê Desthilata Şamê Esed Şêbanî diyar kiribû ku Sûriyê naxwaze bi Israîlê re şer bike û daxwaza pêkanîna peymana 1974’an kiribû.
Lê belê, hevdemî van guhertinên bi lez, dezgehên ragihandinê eşkere dikin ku hevdîtinên rû bi rû di navbera Israîl û Şamê de çêdibin.
Di hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Desthilata Şamê Ehmed El-Şeri de, daxwaza îmzekirina peymana “Ibrahîmî” ji aliyê Şamê hatibû xwestin.



