HDP: Dewleta Tirk li Efrînê gûhertina demografîk pêk tîne

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê diyar kir ku dewleta Tirk niha li Efrînê gûhertina demografîk pêk tîne û nasnameya Efrînê ji holê radike.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bi rasthatina 2.salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve daxuyaniyek nivîskî weşand.

HDP’ê da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker li şûna şêniyên resen ku bi zorê dan koçberkirin, malbatên çeteyan bi cih dike. Bi vê yekê jî demografiya Efrînê dugherîne.

HDP’ê dazanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkayên xwe yên wek qutkirina darên zeytûnê, perwerdeya bi zimanê tirkî, dizî û talaniya şûnwarên dîrokî ve dixwaze nasnameya Efrînê ji holê rake.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê li dijî van kiryarên dewleta Tirk bang li raya giştî ya Tirkiye û navneteweyî kir ku li hemberî dagirkeriya li dijî Efrînê helwesta xwe diyar bikin.

Leave a Reply

Back to top button