Li Iraqê di xwepêşandanan de, 15 serbaz birîndar bûn

Li Iraqê ev nêzî 4 mehin, xwepêşandêr li kolananin.

Xwepêşandanên li Iraqê ji doh ve dijwar bûye.

Ji duh ve li seranserê Iraqê di xwepêşandanan de 2 kesan jiyana xwe ji dest da, herî kêm 17 kes birîndar bûn

Aliyên siyasî yên Iraqê jî ji bo diyarkirina namzetê serokwezîrtiyê careke din civiyan.

Xwepêşandanên li dijî hikumeta Iraqê ku li paytext Bexdayê û bajarên Şîa Necef, Kerbela, Basra, Zîkkar, Mûssena, Mîssan, Dîwaniye, Nasiriye û Wasîtê dest pê kirin dewam dikin.

Li paytext Bexdayê, di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlekariyê de şer qewimî.

Xwepêşandan li Basrayê jî dewam kirin.

Xwepêşandêrên ku ji nû ve ketin nava liv û tevgerê, di serî de Bexda li gelek bajaran rêyên bingehîn girtin û xwestin hikumeta nû tavilê bê hilbijartin.

Xwepêşandêran gelek rêyên bingehîn li trafîkê girtin.

Hêzên ewlekariyê yên xwestin rê vekin îro serê sibehê careke din bi bombeyên gazê dest li xwepêşandêran werdan.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, duh li gelemperiya welêt di xwepêşandanan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 17 kes birîndar bûn.

ALOZIYA IRAQÊ
LI BESRAYÊ GELEK HERÊM KETIN DESTÊ XWEPÊŞANDÊRAN

Li Basrayê gelek herêm ketine destê xwepêşandêran.

Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê bi çekan dest li xwepêşandanan werdane.

Li Dîwaniye, Zîkkar û Babîlê jî ji doh serê sibehê ve çalakî dewam dikin.

Di nava xwepêşandanan de ji hunermendan bigre ta bijîşk herkes milê xwe dane hev.

Di nava xwepêşandanan de, di nava agir û bombên gazê de dîlan û strangotina xwepêşanderane

Ji ber gendelî û bêkariya li Iraqê ji Cotmehê ve li piraniya bajarên Iraqê xwepêşandanan despêkir.

Her çiqasî xwepêşandan dem dem rawestiyabin jî lê heta îro, xwepêşandan tên lidarxistin.

Heta niha zêdetirî 500 xwepêşandêr hatine kuştin û nêzî 25 hezar jî birîndar bûne.

ALOZIYA LI IRAQÊ
ALIYÊN SIYASÎ JI BO DIYARKIRINA NAMZETÊ SEROKWEZÎRTIYÊ CIVIYAN

Despêkirina xwepêşandanan hişt ku aliyên siyasî careke din li hev bicivin.

Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê ku dispêre çavkaniyek nêzî serokkomariya Iraqê, aliyên siyasî yên Iraqê ji bo diyarkirina namzetekê serokwezirtiyê civiyan.

Piştî diyarkirina navê namezeterkê, wê li parlementoyê ew nav bikeve dengdanê.

Ev civîn jî weke derfeteke ji bo zelalkirina mijara serokwezîrtiyê tê binavkirin.

Leave a Reply

Back to top button