Li hinek herêmên rojhilatê Awistralya ku şewateke mezin lê didome, li gel baranê, teyrok û bahozeke mezin rabû.
Li Eyaleta Başûrê Galler a Nû, îro bahozeke mezin rabû.
Bahoza ku her tişt da ber xwe, gelek bajar dinava tarîtiyê de hişt.
Li paytexta Awistralya Canberrayê û gelek bajarên din yên li başûrî welêt teyrok barî.
Ji ber barîna teyrokê gelek dar şikestin û wesayîtên gel zirat dîtin.
Buroya rewşa hewayê ya Eyaleta Başûrê Galler a Nû, bang li gel kir ku li dijî bahozê hişyar bin û wesayîtên xwe ji dar û dîrekên elektirîkê dûr bixin.
Li Awistralyayê ji piştî meha Îlonê şewatên daristanan li Awistralya derketibû û hê jî dewam dike.
Heta niha 29 kes mirin, nêzî 6 hezar mal û 18 milyon hektar zevî bûye xwelî.
Li gorî lêkolîneran bi qasî 1 milyar lawir jî mirine.