Rêvberiya Zimhêrê li Kobnaê navendek vekir û têde wê kel û pelên xwarinê bi erzanî bên firotin

Piştî ketina lîreyê Sûriyê li hemberî dolarê Amerîkî, kel û pel gelekî biha bûne. Rêveberiya Zimhêrê li Kobanê navendek vekir. Têde wê kel û pelên xwarinê bi buhayekî erzan bên firotin.

Ev navend di çarçoveya hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo alîkariya şêniyan de hate vekirin.

Navend ji hêla Rêveberiya Zimhêrê ve hate vekirin. Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî piştevaniya wê dike.

Di navendê de kel û pelên wekî birinc, zeyt, rûn û ard hene.

Di rojên pêş de jî, wê şekir, çay, savar û hwd bi erzanî werin firotin.

Rêveberiya Xweser bi qîmeta 200 hezar dolar ev navend vekiriye.

Leave a Reply

Back to top button